ERDHEJEKÊ LI BERAVÊN LAZIQIYEYA SÛRIYEYÊ DA

Kanal8 31/12/2025

Li beravên parêzgeha Laziqiyeyê ya Berava Sûriyeyê erdhejeke bi hêza 4.2 pileyan  rû da.

Çavdêrgeha Erdhejan a Urdunî destnîşan kir, erdhejeke bi hêza 4.2 pileyan li ser pîvana Rixterê rû daye.

Li gorî çavdêrgehê erdhej demjimêr 6:05 êvara bihurî çêbûye û kûrahiya wê 60 kîlometre bûye.

Çavdêrgehê destnîşan kir, dibe ku welatiyên bajarên nêzî navenda erdhejê bi hejnadina bihisin, lê ti nîşaneyên ziyanên wê yên mezin tine ne.

Sala 2023an erdhejeke bi hêza 7.8 pileyan li Tirkiye û Sûriyeyê xist û di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dest dan.

Kanal8

31/12/2025