TIRKIYEYÊ BI BIHAYÊ 11 MILYAR DOLAR PÊDIVÎ HINARDEYÊ IRAQÊ KIRIYE
Tirkiyeyê di Mijdara 2025an de 1 milyar û 163 milyar dolar û di 11 mehên pêşîn ên vê salê de bi bihayê 11 milyar û 450 milyon dolaran pêdevî hinardeyî Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Navenda belavkirina amaran ya Tirkiyeyê (TUÎK)ê ,amarên lihevguhartina bazirganiyê di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de belav kir.
Li gor amarên Tirkiyeyê, di meha Mijdarê de hinardeya herî zêde ya ji bo Almanyayê kiriye û gihîştiye milyarek û 855 milyonan.
Iraq di pilêya pêncem de tê , di meha Mijdara 2025an de bi buhayê milyarek û 163 milyon dolaran pêdevî hinardeyî Iraqê kirine ku piştî Almanya, Brîtanya, Amerîka, Îtalya, Iraq cihê xwe di rêza pêncemîn de digire.
Di 11 mehên bihûrî de, Tirkiyeyê bi bihayê 11. milyar û 450 milyon dolaran pêdivî hinardeye Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Hinardekirina Tirkiyeyê di Mijdara 2025an de 22 milyar û 536 milyar dolar buye û di heman mehê de hinardekirina Tirkiyeyê 30 milyar û 518 milyar dolar bûye û kêmanîna hinardeya derve jî di Mijdarê de 7 milyar û 982 milyar dolar bûye.
31/12/2025