KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ DI REWŞEKE DIJWAR DE NE
Rewşa koçberên Serêkaniyê yên li kampan bi bahoza berfê û baranê re dijwartir bûye. Koçber banga lezgîn a alîkariyê dikin.
Çadirên koçberên li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên bajarê Hesekê ji ber bahoza berfê û barana zêde tije av bûn û zirar gihaye kelûpelên koçberan. Di serî de sotemenî, alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin, gelekî kêm in.
Ji sala 2019an ve piştî kontrolkirina bajarê Serêkaniyê û heya niha çadirên herdu kampên Serêkaniyê û Waşûkanî nehatine guhertin, lewre hemû rizyayî ne ku wan ne ji germê û ne jî ji sermayê naparêze. Hin koçber neçar man ku çadirên xwe pîne bikin.
Li gorî rêveberiya kampa Waşûkanî, rêjeya alîkariyên mirovî ji bo kampê ji sedî 15 daketiye.
Koçberên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî dibêjin, av ji jor û ji jêr ve derbasî konê wan dibe. Hundir û derveyî kampê bûne wekî hev. Cilên wan, nivîn û kelûpelên din hemû xirab bûne.”
Her wiha mazota ku didin koçberên wan du kampan têra wan nake. Rêxistinên mirovî piştî para çarem, belavkirina mazotê rawestand û sedema vê yekê spart kêmbûna fînanseyê.
Li kampa Serêkaniyê derdora 2 hezar û 574 malbat dimînin. Li kampa Waşûkanî jî derdora 2 hezar û 500 malbat dimînin.
03/01/2026