HSD: CIVÎN DÊ BERDEWAM BIKIN
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê civîna Şandeya Fermandarên wan û berpirsên Hikûmeta Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û got, herdu aliyan li ser berdewamkirina civînan li hev kir.
Duh şandeyeke ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Fermandarên HSDyê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, pêk dihat ji bo lihevkirina 10ê Adarê gotûbêj bikin berê xwe dan Şamê.
Şandeya Hikûmeta Sûriyeyê jî ji Wezîrê Parastinê Mûrhef Ebû Qesra, Wezîrê Navxwe Enes Xetab, Serokê Saziya Îstixbaratê Hisên Selam pêk dihat.
Her wiha hat ragihandin ku ji fermandarên operasyona ’’Inherent Resolve’’ Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a derbarê civîna herdu aliyan wiha ye:
“Di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên HSDyê bi berpirsên hikûmeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kir.
Herdu aliyan li hev kir ku di qonaxa bê de jî civînan bidomînin, da ku nîqaşan temam bikin û vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin, heta ku encamekê bi dest bixin.
05/01/2026