DEM PARTÎ DÊ JI BUDCEYA ÎSAL 11,6 MILYON DOLAR WERBIGIRE

Kanal8 06/01/2026

DEM Partî dê îsal ji budceya xezîneya Tirkiyeyê 11,6 milyon dolaran wergire.

Li gorî budceya 2026an a ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin, alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyên siyasî diyar bû.

Alîkariya herî zêde AK Partî werdigire û alîkariya herî kêm jî DEM Partî werbigire.

Li gorî budceya sala 2026an, 5 partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên dawî de benda hilbijartinê derbas kirine dê li gorî rêjeya dengên hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2023yan alîkariya xezîneyê wergirin.

Egere biryara hilbijartinên pêşwext bê dayîn, tê pêşbînîkirin ku ev alîkarî 2 qatan zêde bibe.

Li gorî hejmara parlamenteran, AK Partî di rêza yekem de ye û piştî wê jî CHP tê.

Budceya ku ji partiyên siyasî re hatiye veqetandin wiha ye:

AK Partî: 2,5 milyar lîreyên Tirkiyeyê (58 milyon dolar)

CHP: 1,5 milyar lîreyên Tirkiyeyê (34,8 milyon dolar)

MHP: 600 milyon lîreyên Tirkiyeyê (14 milyon dolar)

 ÎYÎ Partî: 550 milyon lîreyên Tirkiyeyê (12,8 milyon dolar)

DEM Partî jî wê : 500 milyon lîreyên Tirkiyeyê (11,6 milyon dolar) werbigire.

Kanal8

06/01/2026