TORUN: VEGERA JI PÊVAJOYÊ DÊ ENCAMÊN GIRAN BI XWE RE BÎNE

Sidar Basut 06/01/2026

Parlamenterê Partiya Pêşerojê Kanî Torun got, “Bêyî misogeriya destûrî aştî nabe. Pêdiviya me ne bi zimanê gefê, bi dîplomasiyê û stratejiyeke bi merhele heye.”

Parlamenterê Partiya Pêşerojê Kanî Torun derbarê pêvajoya çareseriyê û geşedanên dawî ji KANAL8ê re axivî.

Kanî da diyarkirin, ji bo pêvajo bi rengekî saxlem bi pêş bikeve, divê berî her tiştî hêzên PKKyê yên li Iraqê çekan deynin û paşê vegera wan a Tirkiyeyê were rojevê û got, “Piştî vê yekê, divê gavên din gav bi gav û di çarçoveya stratejiyeke plankirî de werin avêtin.”

Kanî Torun da zanîn ku nabe pêvajoya Iraqê rasterast bi ya Sûriyeyê ve û bangkirina danîna çekan li Sûriyeyê ve girêdayî be û wiha pê de çû: Îro li Sûriyeyê jîngehek wisa tineye ku hêzên berê şer kirine çekên xwe deynin. Di welat de hîn jî alozî û tevliheviyeke mezin a hundurîn heye. Her wiha, divê mirov bi taybetî vê yekê destnîşan bike: Di civakên ku şerê navxweyî dîtine de, avakirina rêveberiyeke navendî ya bihêz, yekperest an jî otorîter ne pêkan e. Di welatên bi vî rengî de, yek ji rêyên herî rastîparêz a ji bo parastina yekparçeyî û yekîtiya dewletê, modela rêveberiya ne-navendî ango ademi merkeziyetçi ye.

Torun nêzîkatiya desthilata Tirkiyeyê ya li hemberî pêvajoyê rexne kir û got, “Bi dîtina min xelet e ku Tirkiye pêvajoyê bi israr bi şerta "pêşî çekdanînê" bide destpêkirin. Li vir jî divê stratejiyeke gav bi gav were meşandin. Ez difikirim ku divê hevdîtinên di navbera rêveberiya Sûriyeyê û HSDyê de bi pêşengiya Tirkiyeyê werin kirin. Di van hevdîtinan de, divê pêşî temînatên destûrî werin dayîn, paşê jî di mijara entegrasyona hêzên çekdar de gavên berbiçav werin avêtin. Heke na, dê rewş aloztir bibe û pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe zirareke mezin bibîne.”

Torun da diyarkirin ku pêvajoyê li ser Sûriyeyê sînordarkirin dibe sedem ku pêşketina li Tirkiyeyê jî bê xetimandin û got,  “Nabe Tirkiye xetimandinê bide ber çavên xwe. Ji ber ku vegera ji vê pêvajoyê dê encamên pir tund û piralî bîne; Tirkiyeyê hem di hundur de hem jî li derve bixe rewşeke dijwar.”

Torun ji bo serketfina pêvajoyê wiha berdewam kir: Divê li Sûriyeyê jî stratejiyeke hemwext were meşandin; mijara temînatên destûrî û entegrasyona hêzên çekdar ango yekbûna di bin banê artêşeke neteweyî ya yekbûyî de divê bi hev re werin nirxandin.

Bêyî ku tu temînatek were pêşkêşkirin, ji hêzên ku berê şer kirine re gotina “çekan deynin” ne rastîparêz e. Li şûna ku Tirkiye zimanê gefê bi kar bîne, heke gavên dîplomatîk û aştiyane biavêje ku HSD û hikûmeta navendî bîne cem hev û heger pêdivî hebe van hevdîtinan li Enqereyê bimeşîne dê ev nêzîkatî pir rasttir û avaker be.

Sidar Basut

06/01/2026