ÎSRAÎL Û SÛRIYE LI SER AVAKIRINA ŞANEYEKE HEVBEŞ LI HEV KIR

Kanal8 06/01/2026

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Sêşemê êvarê li ser navê Amerîkayê, Sûriye û Îsraîlê daxuyaniyeke hevbeş weşand û encamên civîna Sûrî-Îsraîlê ya li Parîsê eşkere kir.

Di daxuyaniya hevbeş de rêkeftinek di navbera Îsraîl û Sûriyê de ji bo avakirina "şaneyek hevbeş" ji bo hevrêzkirina çend mijaran, di nav de parvekirina îstîxbaratê û kêmkirina rageşiyê, hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di bin çavdêriya Amerîkayê de, berpirsên payebilind ên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan. Serkêşiya Serokê Amerîkayê Donald Trump li Rojhilata Navîn rê li ber nîqaşên berhemdar vekir ku li ser rêzgirtina serwerî û aramiya Sûriyeyê, ewlehiya Îsraîlê û serfiraziya herdu welatan disekinin."

Di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Îsraîl û Sûriye soz dan ku ji bo herdu welatan ji bo rêkeftinên ewlehî û aramiya mayînde bixebitin."

Di daxuyaniyê de hat ravekirin ku "herdu aliyan biryar dan ku mekanîzmayeke hevbeş a entegrasyon/hevrêziyê, şaneyeke girêdanê ya taybet ava bikin da ku hevrêziya tavilê û berdewam li ser parvekirina îstîxbaratê, kêmkirina rageşiyê, tevlibûna dîplomatîk û derfetên bazarganiyê, di bin çavdêriya Amerîkayê de, hêsan bikin. Ev mekanîzma dê wekî platformekê be da ku çareserkirina her nakokiyekê tavilê wer kirin û xizmeta pêşîgirtina li têgihîştinên şaş bike." 

Daxuyanî wiha bi dawî hat: "Amerîkayê van gavên erênî pesend dike û pabendbûna xwe ya piştgiriya pêkanîna van lihevkirinan, di çarçoveya hewldanên berfirehtir de ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn, ji nû ve piştrast dike. Dema ku neteweyên serwer bi awayekî rêzdar û avaker hevkariyê bikin, dê serfirazî çêbibe."

Kanal8

06/01/2026