SÛRIYE Û ÎSRAÎLÊ LI HEV KIRIN ŞANEYEKE HEVPAR AVA BIKIN
Amerîkayê di daxuyaniyeke hevpar a li gel Îsraîl û Sûriyeyê de ragihand, bi serpereştiya wê herdu welatan li Parîsê li hev kirine ku şaneyeke hevpar ava bikin.
Li gorî daxuyaniya hevpar armanc ji şaneyê ew e ku agahiyên istîxbaratî bi hev re parve bikin, rê li ber bilindbûna şer bigirin, pêşxistina diplomasiyê û derfetên bazirganiyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bi serpereştiya Amerîkayê berpirsên pilebilind ên Sûriye û Îsraîlê li Parîsê lihev kom bûn û fermandariya Trump rê li ber gotûbêjên berhemdar yên rêzgirtina li serweriya Sûriyeyê û parastina ewlehiya Îsraîlê, vekiriye.
Bi gotina daxuyaniyê Sûriye û Îsraîlê lihev kiriye ku kar ji bo ewlehî û aramiya xwe bidomînin û şaneyeke hevpar ava kirin ku rê vedike tevahî pirsgirêk bi lezgînî werin çareserkirin.
07/01/2026