HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN: WELATÎ BI DARÊ ZORÊ HATIN REVANDIN

Kanal8 10/01/2026

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê derxistina sivîlan daxuyaniyuek belav kir û got, "Kesên bi otobusan hatine veguhestin ne endamên me ne û welatiyên sivîl in û bi darê zorê hatine revandin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bi daxuyaniyekê îdiayên ku "endamên asayîşê ji Şêx Meqsdûê derketin" derewandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: Bi hewldana xapandina raya giştî ragihandina komên hikumeta Şamê û alîgirên wê îdia dikin ku hêzên me bi otobusan derdixin, lê ev derew e. Ew sivîlên ku 5 roj e di bin topbarana wan a hovane li dijî taxa Şêxmeqsûdê de, koçber dikin.

Em diyar dikin ku ev îdia bi temamî derew in, lê dîmenê xuya dike ew e ku sivîlan bi darê zorê koçber dikin, her wiha ciwanên ku komên hikumetê revandine xistine basan.

Kanal8

10/01/2026