SÎPAN HEMO: BERPIRSEKÎ DIN CIVÎNA ME YA BI ŞAMÊ RE ASTENG KIR 

Kanal8 12/01/2026

Endamê fermandariya giştî ya HSDyê Sîpan Hemo ragihand,"Di civîna dawî ya di navbera HSD û Şamê de li ser pêvajoya yekbûnê pêşketinek pir baş çêbû, lê berpirsekî din civîn asteng kir."

Sîpan Hemo, agahiyên girîng ên derbarê hevdîtina HSD û Hikêmeta Sûriyê ya 4ê vê mehê dan.

Li Dîmeşqê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Wezîrê parastinê yê Sûriyeyê Mûrhef Ebû Qesra, eşkere kir û radigihand, her çiqas civîn di 4ê mehê de pêk hatibe jî, Artêşa Ereb a Sûriyeyê, bi piştgiriya Tirkiyeyê, êrişî du taxên Kurdan li Şêx Meqsûdê kir.

Sîpan Hemo diyar kir, "Gelek pêşketinên erênî hebûn û hêzên navneteweyî navbeynkariyê dikirin. Herdu aliyan jî hejmarek made qebûl kiribûn. Civîna dawî pir erênî bû. Heta hêzên navneteweyî jî daxwaz kirin ku ev pêşketin bi raya giştî re were eşkere kirin." 

"Berpirsekî din kete hundir û civîn asteng kir"

Fermandarê HSDyê  eşkere kir, dema wan li ser van mijaran gotûbej dikir, rayedarekî din ku Hemo nexwest navê wî eşkere bike, hat odeya civînê û serokê saziya îstîxbarata Sûriyeyê û wezîrê parastinê yê Sûriyê bi xwe re birin derve.

Sîpan Hemo dide zanîn, "Wî dizanibû ku hevdîtin erênî bû, ji ber vê yekê ew hat û ew li gel xwe birin. Dema ku ew vegeriyan, wan got ku ew ê di vê qonaxê de ti daxuyaniyekê nadin û got, bila ev mijar, ji bo 7ê an 8ê mehê were hiştin."

Farmandarê HSDyê da zanîn, "Eşkere bû ku komployek hebû. Lê hîn ne diyar bû ka ew Şêx Meqsûd bû an li deverek din bû. Piştre zimanê gefan li dijî Şêx Meqsûd hate pêşxistin." 

"HSDyê çima mudaxale nekir?"

Hemo li ser pirsa, “Gelo şensê muxadaliyê ya HSDyê tunebû” da û wiha got: Ziyad, Denîz û hemû hevalên din, hevalên me bûn. Em hevrêyên heman dibistanê ne. Em ji heman cihê tên. Berxwedana Şêxmeqsûdê berxwedana me ye. Pêwîst nake ku hinek mudaxele vekirî bêne kirin. Helbet em vê dinirxînin. Kêmasiyên me hene, em qebûl dikin. Di vî aliyê de, rexneyên gelên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Efrînê di cih de ne. Em çi bersivê bidin wan kêm e. Em ê teqez rexnedayîna wê bidin. Lê divê bê zanîn ku hinek mudaxele bi xwe re zehmetiyên giran tînin. Min hinek mînak dan. Mînak, dewletekî di êrişa li ser Şamê de piştgiriya xwe ragihand, lê vê neda çapemeniyê. Ez ji vê derê eşkere dibêjim; dronên ku li Şêxmeqsûdê firiyan û ew der bombebaran kirin, yên Tirkiyeyê bûn. Lê ev bi eşkereyî nekirin. Pêwîst nake ku hinek caran eşkere bikin.

"Soz hat dayîn"

Hemo, bal kişand ser peyamana dawî ya agirbestê ya li ser taxan û wiha pê de çû: Dema ku hevalên me li ber xwe dan, neçar man ku peymanê bikin. Hate diyarkirin ku di beramberê derketina hêzên leşkerî de ewlehiya taxan wê bi rengekî were pêkanîn. Soza wê hate dayîn. Ez dixwazim vê bibêjim; ger ev hêzên navbeynkar van sozên xwe bi cih neynin, em ê van ji van komkujiyan berpirsyar bigrin.

"Xwestin ku di navbera Kurd û Ereban de pevçûneke nû biafirînin"

Hemo, li ser têkiliyên HSD û Şamê yên piştî bûyerên dawî got, “Divê em di hin mijaran de êdî hişyartir bin. Bi êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwestin ku di navbera Kurd û Ereban de pevçûneke nû biafirînin. Ev lîstikeke pir xeternak e. Ev tiştekî ku bi zanebûn tê pêşxistin e. Divê em li hemberî vê hişyar bin. Em hîn jî bi demokrasiyê û vîna hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn bawer dikin. Em dixwazin di Sûriyeyeke demokratîk de bi hemû pêkhateyan re bi hev re bijîn. Bi îdiaya ku em dixwazin hin herêman qut bikin, êrişî me dikin. Na, berovajî vê rast e. Em tam berovajî vê yekê diparêzin ku di Sûriyeyeke demokratîk de her kes bi reng û vîna xwe bijî. Em dixwazin aramî û îstîkrarê pêş bixin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê mînakek e. Lê dixwazin vê xira bikin. Em hîn jî bi vê mînakê ve girêdayî ne."

Kanal8

12/01/2026