TUNCEL: LI TIRKIYEYÊ AŞTÎ; LI SÛRIYEYÊ ŞER NABE

Sidar Basut 12/01/2026

Parlamentera berê ya HDPyê Sebahat Tuncer li ser êrişa herdu taxên Kurdan ên Helebê axivî û got, “Pêdiviya Sûriyeyê ne şerekî nû ye, aştî ye.”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tuncelê êrişa komên çekdar ên girêdayî artêşa Sûriyeyê ya li ser li herdu taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, şermezar kir û got, “Ji sala 2011”an ve li Sûriyeyê şerekî pir giran qewimî û em baş dizanin ku êşa herî mezin jinan, zarokan û gelan kişand. Ji ber vê yekê, polîtîkayên ku bibin sedema şerekî nû, qet nayên qebûlkirin.”

Tuncelê behsa rola Tirkiyeyê ya di vî şerî de jî kir û wiha pê de çû: Lîstina roleke negatîf a Tirkiyeyê ya li vir jî, nayê qebûlkirin. Di demekê de ku li hundir ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyek tê meşandin, li Rojava, li Sûriyeyê an jî li Helebê bîna parçeyekî şerê li dijî Kurdan, qet nabe. Ji wê aliyê ve, rola Tirkiyeyê ne kûrkirina şer e; pêşvebirina pêvajoya aştiyê ye.

Tuncelê da zanîn divê Tirkiye li hemû cihî bi Kurdan re aştiyê ragihîne û wiha domand: Ne tenê li Tirkiyeyê aştî; li Rojava aştî, li Sûriyeyê aştî, li Rojhilata Navîn aştî. Rêya vê yekê jî di naskirina vîna gelan re derbas dibe.

Pirsgirêka bingehîn ev e: Ew polîtîkayên ku naxwazin statuya gelê Kurd qebûl bikin, vîna wan nas nakin û dixwazin pêşiya diyarkirina qedera wan bigirin, nayên qebûlkirin.

Tuncelê bertek nîşanî Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî da û got, “Tiştê ku îro  Wezîrê Derve Hakan Fidan dike, divê wekî mudaxaleyek li dijî vîna jiyana hevpar a vî gelî bê dîtin. Yani ji vî alî ve, divê tavilê dest ji van polîtîkayan bê berdan û ji bo aştiyê gavên pêwîst bên avêtin."

Sidar Basut

12/01/2026