TURKOGLU: DIVÊ ÇARESERÎ LI TIRKIYEYÊ WERE AVAKIRIN

Sidar Basut 12/01/2026

Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu derbarê êrişên li ser herdu taxên Kurdan ên Helebê axivî û got, “Divê mirov bi dengekî bilind ji tundiya komên girêdayî HTŞyê ku li Sûriyeyê û bi taybetî li Helebê dike, bêje ‘raweste’.”

Halîde Turkogluyê da diyarkirin şer bi xwe, bi çi hincetê be bila bibe, encama wan polîtîkayan e ku rasterast zirarê didin mafên gelan.

Turkogluyê da diyarkirin ku gelên Sûriyeyê, çi di dema rejîma Esed de çi jî îro, her tim dibin armanca herî sereke ya neyeksanî û tundiya sîstematîk de ne û wiha doman: Komkujiyên li dijî Durziyan, êrîşên li ser Elewiyan û îro jî armancgirtina bawerî û nasnameyên cihêreng  bi taybetî jî gelê Kurd  vê rastiyê bi awayekî zelal tîne ber çavan.

Halîde Turkogluyê got, “Em bawer dikin ku divê li Sûriyeyê rejîmeke demokratîk ava bibe. Ez pê bawer im ku ev pirsgirêk tenê bi çareseriyên aştiyane û demokratîk dikarin werin çareserkirin.”

Turkogluyê derbarê rola Tirkiyeyê de jî axivî û wiha pê de çû: Di vê xalê de, roleke mezin dikeve ser milê Tirkiyeyê jî. Ji ber ku Tirkiye, hem bi polîtîkayên rêveberiya heyî hem jî ji ber ku Sûriye niha herêma şer e, rasterast parçek ji vê pêvajoyê ye.

Lê belê, di heman demê de divê mirov vê jî bibîne: Gava ku îhtimala destpêkirina pêvajoyeke demokratîk çêdibe, divê hikûmeta Tirkiyeyê û desthilatdariya AK Partiyê bi helwesteke avaker nêzî vê mijarê bibe. Li vir mesele ne alîgirî ye; mesele xurtkirina zemîneke aştiyane û demokratîk e.

Berî her tiştî divê çareserî li Tirkiyeyê were avakirin. Ev yek, hem di polîtîkaya derve de hem jî di ya navxwe de, rûbirûbûna bi meseleya Kurd re ferz dike. Lê di heman demê de, divê mirov bi dengekî bilind ji şîdeta komên girêdayî HTŞê  ku li Sûriyeyê û bi taybetî li Helebê bêje "raweste". Nexwe, ne pêkan e ku mirov behsa aştî, demokrasî û çareseriyê bike.

Sidar Basut

12/01/2026