RAPOR Û YASAYA VEGERÊ DI RÊ DE NE
Di rojeva siyaseta Tirkiyeyê de mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd û radestkirina çekan heye.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen û Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya derbarê xebatên parlamentoyê û amadekariyên yasayî de ji KANAL8ê re axifîn.
Ekmen: Di Meha Sibatê De Pêşniyara Qanûnê Tê
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen, bal kişand ser hewldanên ji bo rakirina têkoşîna çekdarî û diyar kir ku tevî cudahiyên polîtîk jî, zemînekî hevbeş pêkan e. Ekmen destnîşan kir ku AK Partî amadekariya yasayekê dike û got: Heke li ser vê mijarê hevbeşî çênebe jî, piranîya AK Partiyê di meclîsê de heye ku vê pêvajoyê bidomîne. Li gorî min, rapor di meha Çileyê de û pêşniyara qanûnê jî di meha Sibatê de dê were rojevê.
Ekmen her wiha derbarê naveroka yasayê de agahiyên balkêş dan û diyar kir ku nêzî 8-10 hezar endamên PKKyê dikarin ji vê yasaya vegerê sûd werbigirin, lê dewlet di vê qonaxê de naxwaze "rêveberên payebilind" nêzî 200-300 kes di nava vê çarçoveyê de bigire.
Kaya: Rapor Di Dawiya Meha Çileyê De Amade Ye
Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya jî derbarê xebatên komîsyona parlamentoyê de zanyarî parve kirin.
Kaya diyar kir ku heta niha guh li 130 kes û saziyan hatine girtin û xebat ber bi dawiyê ve diçin.
Kaya bal kişand ser salnameya xebatan û wiha got:
Roja Sêşemê civîna sêyemîn hat kirin. Nêrînên hemû partiyên bi kom û bêkom hatine girtin. Her çend dem heta dawiya Sibatê hatibe dirêjkirin jî, tê payîn ku rapor di nava meha Çileyê de radestî komîsyona 51 kesî bibe.
Her du siyasetmedar jî li ser wê yekê hevfikir in ku piştî radestkirina çekan, pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêngaveke nû ya demokratîkbûnê heye. Li gorî daxuyaniyan, heke li ser vê yasayê bi Îmraliyê re lihevkirinek hebe, pêvajoya vegera malê dikare bi lez dest pê bike.
14/01/2026