MULTU: SÛRIYE BAXÇEYÊ ŞARISTANIYÊ YE
Hevberdevka Komisyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Multu ji KANAL8ê re axivî û behsa rewşa Sûriyeyê û mozaîka wê kir.
Multu wiha got: "Dixwazin yekperestiyeke cuda, yan ku yeknijad û yekneteweyekê ava bikin. Lê belê Sûriye baxçeyê şaristaniyê ye, erdnîgariya medeniyetê ye. Cîhekî wisa ye ku gel û baweriyên cuda bi hev re tê de dijîn. Bo nimûne; komkujiyên li dijî Elewiyan, li dijî Elewiyên Ereban, nayên pesendkirin. Dewletê demeke dirêj tenê temaşe kir. Ji Neteweyên Yekbûyî bigire heta rêxistinên mafên mirovan, her kesî tenê temaşe kir. Lê em li dijî vê derketin. Çimkî mirovek ji ber baweriya xwe nayê kuştin; ji ber koka xwe ya etnîkî jî nayê kuştin."
Li ser bandora kapîtalîzmê wiha got: "Lê ji bo hêzên modernîteya kapîtalîst, nirxê van baweriyan, van gelan, nasnameyên etnîkî û jiyana mirovan tine ye. Nexêr, li wir hêzeke ku li ber xwe dide jî heye. Îro li Rojava têkoşînek tê meşandin. Ev têkoşîn, tam di navenda şerê navbera hêzên modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye."
Behsa têkoşîna li dijî cudahiyê kir û got: "Heger em wek jin, wek Elewî û wek hemû cudahiyên li Tirkiyeyê; li dijî komkujiyên ku li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn diqewimin û yên ku dibe ku biqewimin nebin yek û dengekî hevpar bilind nekin, dê ev agir li her derê belav bibe. Divê em vê nerazîbûnê bi taybetî wek jin bi dengekî bilind bînin ziman. Çimkî êrişên li dijî Durzî û Elewiyan dest pê kirine. Eşkere ye ku dê dor bê ser Kurdan jî."
Di dawiyê de wiha got: "Jixwe dema Colanî navê welat kir “Komara Erebî ya Sûriyeyê”, me ev niyet dizanibû. Ev yekperestî ye û Sûriye di teşeyekî wisa de bi cih nabe. Rejîma Esad nekarî vê bike; ji bo Colanî jî nepêkan e ku vê bike."
17/01/2026