MEZLÛM EBDÎ Û NÊÇÎRVAN BARZANÎ CIVIYAN

Kanal8 17/01/2026

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl li Hewlêrê civiyan.

Îro li Hewlêrê di navbera Serokê PDKyê Mesûd Barzanî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barak, Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Windy Green, Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Sûriyê General Kevin Lambert û Kolonel Zachariah Cork, fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî; Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl de civînek hat lidar xistin.

Piştî vê civînê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî re civiya.

Di civînê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û li ser çareseriya ji bo rageşiyên ku niha li Sûriyeyê berdewam dikin, bê gotûbêjkirin.

Piştî civînê dê daxuyaniyeke fermî bê dayîn.

Kanal8

17/01/2026