MEZLÛM EBDÎ DIÇE ŞAMÊ

Kanal8 18/01/2026

Nûçegihanê KANAL8ê ragihand, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinan berê xwe daye Şamê.

Nûçegihanê KANAL8ê ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê ji bo civînê here Şamê.

Li gorî agahiyan Ebdî dê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer'i û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack bicive.

Her wiha Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya bo medyaya Rojava de got ew bi navbeynkariya hêzên navneteweyî hewl didin şer rawestînin û rewşê aram bikin.

Kanal8

18/01/2026