TOM BARRACK: EM BI PEYMANA ÎRO DILXWEŞ Û PIŞTGIR IN
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack li ser peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de daxuyanî da.
Barrack got: "Amerîkayê bi dilxweşî; Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo hewldanên wan ên avaker di gihana peymana agirbestê ya îro de, pêşwazî dike."
Barrack pê de çû û got: "Ev peyman û agirbest xaleke veguhêreka giring e, ji ber ku dijberên berê li şûna parçebûnê hevkarî qebûl kirin."
Barrack behsa Şeri kir û got: "Serok Şeri piştrast kir ku Kurd beşeke yekgirtî ya Sûriyeyê ne."
Berdewam kir û got: "Amerîka li benda entegrasyona bêkêmasî ya hevkarê me yê demdirêj di şerê li dijî DAIŞê de bi endamê herî nû yê Hevpeymaniya Cîhanî re ye, ji ber ku em di şerê li dijî terorê de bi pêş ve diçin."
Di dawiyê de wiha got: "Karê dijwar ê dawîkirina hûrgiliyên peymana entegrasyona berfireh niha dest pê dike."
18/01/2026