ŞANDEYEKE ROJAVA BI SERPEREŞTIYA MEZLÛM EBDÎ Û ÎLHAM EHMED LI ŞAMÊ YE
Kanal8 27/01/2026
Şandeyeke Rojava bi serpereştiya Fermandarê Giştî yî HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Gerînendeya Derve ya Rêveberiya Xweser Îlahm Ehmed gihaye Şama paytexta Sûriyeyê û tê payîn bi Hikûmeta Sûriyeyê re dest bi danûstandinan bike.
Li gorî agahiyên nûçegîhanê me yê li Şamê Dilxwaz Mihemed, Şande bi serpereştiya Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed e û niha li Şamê ye.
Her wiha li gorî jêdereke Rêveberiya Xweser şande çûye Şamê da ku rêkeftinê cih bi cih bike û şer rawestîne.
Kanal8
27/01/2026