TIRKIYE: EM PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO SÛRIYEYÊ DIDOMÎNIN

Kanal8 29/01/2026

Tirkiye dibêje ku ew ê hemû hewla xwe bide da ku şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin û piştgiriya xwe ji bo operasyonên leşkerî yên Sûriyeyê yên li dijî HSDyê  dubare kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di civîna çapemeniyê heftane de ragihand, HSD pêbendî peymanên ku di 10ê Adar û 18ê Çileyê de bi hikûmeta Sûriyeyê re hatine îmzekirin nebûye.

Li gorî berdevkê Wezaretê Parastina Tirkiyeyê, binpêkirina peymana agirbestê ji aliyê HSDyê  ve, ku 15 rojan hatiye dirêjkirin, bandorek neyînî li ser pêvajoya entegrekirina HSDyê  bi Artêşa Erebî ya Sûriyeyê re kiriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê piştgiriya xwe ji bo operasyonên leşkerî yên hikûmeta Dîmeşqê dijî HSDyê û zêdekirina şiyanên leşkerî yên Sûriyeyê dubare kir.

Kanal8

29/01/2026