ÇAPEMENIYA CÎHANÊ BEHSA PEYMANA HSD Û ŞAMÊ KIR

Hêriş Celal 01/02/2026

Çapemeniya Cîhanê derbarê rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Şamê ragihand, serkeftina rêkeftinê girêdayî misogerkirina mafên Kurdan li Sûriyeyê ye.

Rêkeftina navbera HSD û Dîmeşqê di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt.

New York Timesê bi raporekê diyar kir, aramiya Sûriyê tenê bi pergala nenavendiyê pêkan e û divê mafên kurdan ên siyasî, çandî û rêveberiyê herêmî were garantîkirin. Her wiha bang li dewleta Tirkiyê jî kir ku yasayekê ji bo vegera kurdên bêçek derxîne.

Malpera The Canarya ya Birîtanî jî ragihand, piştgîriya Tirkiyê ji bo Ehmed Şeri nakokiyan di navbera Kurdan û Dîmeşqê de çêdike.

Malpera The Amargî ku navenda wê li Ewropayê ye û nûçe û agehiyan derbarê Rojhilata Navîn diweşîne di nûçeyeke xwe de daxuyakirin, aştiya mayînde li Sûriyê bi pabendbûna aliyên şer bi peymanê ve girêdaye.

Her wiha ragihand, hilweşandina peymanê dikare qeyraneke kûr a nû li herêmê bi xwe re bîne û got, egera berdana endamên DAIŞê yên di girtîgehan de jî fikarê di nava raya giştî de çêdike.

Hêriş Celal

01/02/2026