BIJÎŞK Û PERESTARÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERBASÎ ROJAVA BÛN
Kanal8 02/02/2026
16 bijîşk û 2 perestarên Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariyê duh derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û îro dest bi kar kirin.
Duh 16 bijîşk û 2 perestarên ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê û alîkariyê derbasî Rojava bûn.
Bijîşkan di çarçoveya plansaziya ku li gel saziyên tendirûstiyê yên Rojava hatiye derxistin de, îro dest bi kar kirin.
Bijîşkan li nexweşxaneya Dêrikê nexweş û birîndaran derman dikin û di heman demê de alîkariya koçberan dikin.
Kanal8
02/02/2026