ÇARENIVÎSA 400 ÊZÎDIYÊN LI KAMPA HOLÊ NE DIYAR E

Kovan Hemîd 03/02/2026

Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina revandiyên destê DAÎŞê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, çarenivîsa 400 Êzidiyên li kampa Holê ya parêzgeha Hesekê ne diyar e.

Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina revandiyên destê DAÎŞê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje, ji ber guhertina nasnameyên wan, rizgarkirina wan gelekî bi zehmet bûye.

Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina revandiyên destê DAÎŞ’ê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî ragihand, hêj nêzî 400 welatiyên Êzidî di nava kampa Holê de ne û ji ber zalbûna jinên DAÎŞ’ê û guherîna nasnameya zarokên Êzidî, proseya rizgarkirina wan gelekî bi zehmet ketiye. 

Ji roja 21ê Çileya bihurî ve, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji kampa Holê vekişiyan û kamp ketiye destê hêzên girêdayî Şamê.

Husên Qaîdî da zanîn, bi rêya bangewazekê ku di 24ê Çileyê de hatiye weşandin, wan hejmareke taybet a telefonê ji bo wê yekê veqetand da ku her kesek agahiyan derbarê çarenivîsa Êzidiyên kampa Holê bigehîne wan. 

Kovan Hemîd

03/02/2026