PÊLEKE BERFÊ DÊ BAKURÊ KURDISTANÊ BIDE BER XWE

Kanal8 10/02/2026

Pêleke berf û baranê dê neh parêzgehên Bakurê Kurdistanê bide ber xwe. 13 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo rewşên awarte hatine hişyarkirin.

Piştî pêla berfê ya nû ya duh li parêzgehên Erzirom, Qers, Agirî, Dêrsim û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, li gorî pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, îro û sibê li neh parêzgehan barîna berfê û barîna berfê ya zêde dê berdewam bike.

Li gorî daîreyê, îro û sibê li Agirî, Çewlig, Amed, Dêrsim, Elih, Bedlîs, Erzirom, Mûş û Sertê berfeke zêde tê payîn.

Di heman demê de, ji niştecihên her neh parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariyeke zer hatiye dayîn ku tê vê wateyê, berf û baran dibe ku rewşên awarte çêbike,.

Di heman demê de, li bajarên Wan û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde û astengiyên trafîkê dibistan ji bo rojekê hatin rawestandin.

Kanal8

10/02/2026