ŞANDEYA ÎMRALIYÊ DERBARÊ HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE DAXUYANÎ DA

Kanal8 12/02/2026

Şandeya Îmraliyê ya ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk dihat duh bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya û derbarê vê hevdîtinê daxuyanî da.

DEM Partiyê derbarê hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan belav kir.

Hat diyarkirin ku civîn li ser pêşketinên li heremê û bandora wan li ser Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de, îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê bi biryardarî ji nû ve hatiye piştrastkirin.

Her wiha hate gotin ku Parlamentoya Tirkiyeyê, wezaretên peywendîdar û saziyên giştî hewce ne ku hewldanên xwe ji bo avêtina gavên berbiçav û dilniya di derbarê pêvajoya berdewam de zêde bikin.

Di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya amadekirina rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi nêzîkatiyek berfireh hate kirin.

Di civînê de li ser çarçoveyek qanûnî ku dê hemî beşên civakê bigire nav xwe û bingeha pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê pêk bîne, hatiye nîqaşkirin.

Kanal8

12/02/2026