TAYBET - YASAYA JI BO PÊVAJOYÊ DI MEHA REMEZANÊ DE DIKEVE MERIYETÊ
Li gorî Nûçegihana KANAL8ê yasaya taybet a ji bo pêvajoya çareseriyê di meha Remezanê de dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê derbas bibe û bikeve meriyetê.
Li gorî agahiyên Nûçegihana KANAL8ê ya li Enqereyê xebata yasayî ya ku di nav raya giştî de wekî "yasaya vegerê" tê binavkirin lê DEM Partî wekî "yasaya entegrasyona demokratîk pênase dike tê payîn ku di meha Remezanê de di Lîjneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê re derbas bibe.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ji çavkaniyên siyasî wergirtine, armanca vê sererastkirinê ew e ku ji bo gavên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bên avêtin zemînekî hiqûqî ava bike.
Tê pêşbînîkirin ku di meha Remezanê de dê rojeva lîjneya Giştî û di nav heman mehê de bikeve meriyetê.
Li gorî agahiyan ku dibe ku ev zagon bi taybetî sernavên wekî vegera kesên bi pêvajoya şer re têkildar in, statuya wan a hiqûqî û entegrasyona wan a civakî bihewîne. Lê belê, derbarê çarçove û hûrgiliyên teknîkî yên pêşniyarê de hîna deqeke fermî bi raya giştî re nehatiye parvekirin.
Çavkaniyên DEM Partiyê diyar dikin ku ew vê pêvajoyê ne tenê wekî meseleyeke "vegerê", lê di çarçoveya demokratîkbûn, hemwelatiya wekhev û aştiya civakî de dinirxînin. Ji aliyê desthilatariyê ve jî heta niha derbarê naveroka zagonê de daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn.
Li gorî salnameya parlamentoyê û birêveçûna muzakereyên di navbera partiyên siyasî de, dê di rojên pêş de zelal bibe ka yasaya navborî di meha Remezanê de dê bibe yasa yan na?
12/02/2026