TEMELLÎ: GUHERTINA KABÎNEYÊ DI NAV CIVAKÊ DE HÊVÎ XURT NEKIR

Sidar Basut 12/02/2026

Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Di xwepêşandanên Nisêbîn û Pirsûsê de hêzên ewlehiyê û hin parêzgeran hiqûq binpê kirin."

Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê guherîna Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê bi KANAL8ê re axivî.

Sezaî Temellî guherîna herdu wezaretan wekî surprîz bi nav kir û got, “Divê em eşkere bêjin ku ev gav ne bi dilê civakê ye. Ev guhertin, di warê Wezareta Dadê û Wezareta Navxwe de wekî gava ku daxwazên civakê bi cih bîne nayê dîtin.”

Temellî da diyarkirin ku li ser gelek sepanên Wezareta Navxweyî rexne hene; tê gotin ku ev sepan mafên mirovan binpê dikin. Kiryarên derveyî hiqûqê di rojevê de ne.

Her wiha Temellî bal kişand li ser xwepêşandanên Nisêbîn û Pirsûsê û wiha pê de çû: Midaxaleyên hêzên ewlehiyê, biryarên qedexeyê yên hin parêzgeran ku sînorên hiqûqê binpê dikin, binçavkirinên bi wan ve girêdayî û îdiayên li ser muameleya xerab a di desteserkirinan de, hemû ketin rojeva raya giştî.

Temellî derbarê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî wiha got, “Li aliyê Wezareta Dadê jî, heta îro 11 paketên darazê hatin derxistin. Lê rexne hene ku dibêjin piştî van paketên nû, pergala dadê hîn tevlîhevtir bûye û hesta bêdadîtiyê di nav gel de belav bûye. Ji dozên kumpasê bigire heta pirsgirêkên di girtîgehan de, di qadeke fireh de nîqaşên dijwar têne kirin.”

Temellî got civak li bendê ye ku pirsgirêk çareser bibin, dadperwerî xurt bibe, mekanîzmayeke hundirîn û dadwerî ya ku rêzê li mafên mirovan digire û dewleta hiqûqê esas digire, bê meşandin û got, “Ya heyî, di vî warî de hêviyeke xurt nade xuyakirin.”

Temellî nerazîbûn û rexneyên li ser Wezîrê Dadê yê nû jî wiha anî zimên: Karê wî yê serdozgeriyê yê berê û rola wî ya di hin dozan de, ji aliyê raya giştî ve tê rexnekirin. Bi taybetî li ser dozên wekî yê Selahattin Demirtaş û Ekrem İmamoğlu nirxandin têne kirin. Ji ber vê yekê, zehmet e em bêjin ku ev guhertina kabîneyê di nav civakê de bawerî an jî hêviyek ava kiriye.

Sidar Basut

12/02/2026