MEZLÛM EBDÎ: ME BI EMMANUEL MACRON RE HEVDÎTIN KIR
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji KANAL8ê re ragihand, Serokê Fransayê Emmanul Macron soz daye ku piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan bidomîne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, got ku wî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya û ji bo rola wî ya girîng di peymana agirbestê ya bi Şamê re spasiya wî kir.
Soza Macron ji bo Kurdan
Fermandarê Giştî yê HSDyê got ku Emmanuel Macron soz da ku piştgiriya xwe ji bo Kurdan bidomîne, Mezlûm Ebdî tekez kir ku deverên Kurdî yên Sûriyeyê dê ji hêla leşkerî û îdarî ve di destê Kurdan de bin.
Misogerkirina pêkanîna peymanan
Di vê navberê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de gotin ku civîna di navbera Mezlûm Ebdî û Emmanuel Macron de tekezî li ser piştgiriya navneteweyî ya berdewam kir da ku pêkanîna peymana 29ê Kanûnê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de misoger bike.
Dîsa piştgiriya ji bo Kurdan piştrast kir
Her wiha Mezlûm Ebdî da zanîn ku Emmanuel Macron piştgiriya xwe ji bo Kurdan dubare kir û di şerê li dijî terorîzmê û pêşxistina ewlehî û aramiyê li herêmê de pesnê rola hêzên Kurdî daye.
14/02/2026