DI RAPORA KOMÎSYONÊ DE SÎNOR Û LÊGERÎNA HEVSENGIYA SIYASÎ

Sidar Basut 16/02/2026

Rapora komîsyonê ya ku di çarçoveya pêvajoya nû de tê amadekirin, hem li Enqereyê hem jî di raya giştî ya Kurdan de bi baldarî tê şopandin.

Gelo mijarên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, hemwelatiya wekhev û "Mafê Hêviyê" di nav raporê de cih bigirin an na? 

Li gorî nirxandinên du kesayetên siyasî yên ku ji KANAL8’ê re axivîne, nîşan didin ku komîsyon dê di çarçoveyeke sînordartir de hîn gavan biavêje.

Parlemanterê AK Partiyê Galip Ensarîoglu destnîşan dike ku ji bo rapora tê amadekirin divê xwedî taybetmendiya "raporeke hevpar" be.

Ensarîoglu diyar dike ku di metneke ku îmzeya hemû partiyan di nav xwe de digire, sererastkirinên taybet ên ku di nava tevahiya civakê de deng venedin dê zehmet be.

Ensarîoglu destnîşan dike ku "Mafê Hêviyê" tenê wekî zagoneke taybet ji bo Abdullah Ocalan dê zemînekî civakî yê bi hêz ava neke.

Lê belê di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AHİM) û sererastkirinên giştî yên hiqûqa înfazê de, dibe ku bi pênaseyekî berfirehtir û bi awayekî nerasterast di raporê de cih bigire.

Ensarioglu balê dikişîne ser wan sernavên ku di raya giştî ya Kurdan de bûne sedema bendewariyan.

Biryarên AİHMê, sepanên dadgehan û polîtîkayên qeyûman di nav daxwazên giştî yên civakê de ne. Ensarîoglu tîne ziman ku heger pêvajo bi çareseriyeke rasteqîn biencam bibe, divê di van qadan de jî gav bêne avêtin. Li hember vê yekê, diyar dike ku mijarên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê û pênaseya hemwelatiyê hewceyî guherîna destûra bingehîn in, lewma ev ne mijara rasterast a xebata komîsyona heyî ne.

Ensarîoglu destnîşan dike ku piştî temambûna pêvajoyê, nîqaşên li ser destûreke nû, demokratîk û pirreng dikarin bikevin rojevê û ev sernav jî wê demê dikarin werin nirxandin.

Serokê Koma Rêya Nû Mehmet Emîn Ekmen jî diyar dike ku komîsyon di çarçoveyeke teknîkî û hevseng de bi pêş ve diçe.

Ekmen destnîşan dike ku tê payîn di raporê de sernavên wekî avakirina mekanîzmayên şopandin û raporkirinê cih bigirin, lê ji ber ku lihevkirina hemû partiyan tê armanc kirin, derketina metneke ku bersiva her daxwazî bide zehmet e. Armanc, avakirina çarçoveyeke hevseng e ku tu partî bi eşkereyî li dij dernekevin.

Li gorî Ekmen, di qonaxa avakirina komîsyonê de daxwaza CHPyê ya wekî şertê pêşîn ku "cîh xalên destûra bingehîn neyê dayîn” bûye faktorekî girîng ku çarçoveya raporê diyar kiriye. Ji ber vê yekê, nayê payîn ku mijarên wekî hemwelatiya destûrî û perwerdehiya bi zimanê dayikê di raporê de cih bigirin. Li şûna vê, pêşniyarên sererastkirinê yên di wan qadên ku hewcedariya wan bi guherîna destûrê nîne, dikarin werin rojevê.

Sernavên wekî Zagona Partiyên Siyasî, Zagona Hilbijartinê, Zagona Etîkê û xurtkirina mekanîzmayên mafên mirovan dikarin di raporê de cih bibînin. Ekmen diyar dike ku bikaranîna rasterast a îfadeya "Mafê Hêviyê" zehmet e, lê di çarçoveya biryarên AHİMê û hewcedariya sererastkirineke nû ya înfazê de, rengvedaneke nerasterast pêkan e.

Her du daxuyanî jî nîşan didin ku komîsyon bi zanebûn ji sernavên guherîna destûrî dûr ketiye. Lê belê di raya giştî ya Kurdan de bendewarî hîn berfirehtir in. Hiştina perwerdehiya bi zimanê dayikê û pênaseya hemwelatiya wekhev tenê ji bo nîqaşên destûra nû, ji aliyê hin dorhêlan ve wekî paşxistina pêvajoyê tê nirxandin.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku heger gavên berbiçav û bi salname neyên avêtin, dibe ku pirsgirêka baweriyê dîsa bibe rojev. Ji ber vê yekê, her wekî zimanê raporê, gavên pratîkî yên ku dê paşê werin avêtin jî dê diyarker bin.

Tabloya ku derketiye holê balê dikişîne ser du rastiyan: Li aliyekî hewildana hilberîna metneke bi lihevkirineke berfireh ku bikaribe ji Perlemanê derbas bibe; li aliyê din jî bendewariya raya giştî ya Kurdan a ji bo guherîneke di asta ldestûrî de.

Piştî rapora komîsyonê were eşkere kirin, navbera bendewariyan û rastiya siyasî dê zelaltir were dîtin. Serkeftina pêvajoyê ne tenê bi naveroka metnê, lê dê bi vîna siyasî ve girêdayî be ku ka dê di kîjan mijaran de, kîjan demê û bi çi astê de gavan biavêje.

Sidar Basut

16/02/2026