DIBISTANÊN KANTONA CIZÎRÊ DÎSA HATIN VEKIRIN
Kanal8 16/02/2026
Piştî demeke dirêj ji şer û aloziyan, Îro dibistanên kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji nû ve hatin vekirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê ragihand, îro 16 şibatê werzê duyem ji sala xwendinê ya 2025 - 2026 dest pê dike.
Li gorî desteyê dibistan li van navçeyên vedibin, Çil axa, Tirbespiyê, Zirgan, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û her wiha xetên gundan yên Qamişlo û Dêrikê.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê bang li xwedekar û mamsoteyan kir, dewamê li gorî bernameyê pêk bînin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber şerê ku bi ser navçeyê de hat, destpêkirina werza duyem yê sala xwendinê dereng mabû.
Kanal8
16/02/2026