BERFÊ LI WAN, COLEMÊRG Û BEDLÎSÊ RÊYA GUNDAN GIRTIYE
Li parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê di veguhestinê da tengasî çêbûne û rêya 8 gundan hatiye girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 8 cih û waran girtî ye.
Tîmên berf paqijkirinê karên xwe yên vekirina rêyên girtî didomînin.
Li navçeya Gurpinarê mijeke zêde ketiye. Li navçeyê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û ajokaran zehmetî kişand.
Her wiha li Şemzînana navçeya Colemêrgê jî xebatên vekirina rêya herêma baregehê ya li gundê Kayalarê berdewam in.
Tîmên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li devera ku stûriya berfê cih cihan ji 3 metreyî zêdetir e, zehmetî kişand.
Xebatên berfê yên li devera çiyayî bi dronê hat kişandin.
Li Bedlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya cih û warekî girtî ye. Tîmên Rêveberiya Taybet a parêzgehê xebata vekirina rêya girtî da destpêkirin.
17/02/2026