LI ENQEREYÊ ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ HAT PÎROZKIRIN
Komeleya Çand û Hunerê ya Başakê, Komeleya Ziman û Çandê ya Enqerê (ANKA-DER) û Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anadoluyê (Navenda Çandê ya Anadoluyê) di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de pîrozbahî li dar xist.
Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Cemîle Turhalli, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, endam û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesên din beşdarî bernameyê bûn.
Li hola ku bername lê hate lidarxistin pankartek bi nivîsa "Statû ji bo Kurdî, perwerdehiya Kurdî" hate daliqandin.
Yilmaz Yildirimci, mamosteyê Navenda Çanda Anadoluyê, di çalakiyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, Kurdan ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bedelên giran dane û got, "Heta ku zimanê Kurdî bi destûrî neyê garantîkirin, ne aştî û ne jî çareserî zehmete çêbibe . Em ê dev ji zimanê xwe bernedin."
Ji aliyê xwe ve jî Hevberdevka HDKê Meral Danış Beştaş bal kişand ser pêwîstiya parastina zimanê Kurdî li hemû deveran û got, "Kurd bi zimanê xwe yê dayikê dijîn, lê li her derê Kurd neçar in ku bi Tirkî biaxivin. Hikûmet gelek astengiyan diafirîne da ku pêşî li pêşketin û parastina zimanê me bigire. Em nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Divê zimanê me zimanê perwerdehiyê be. Îro, zarokên Kurd neçar in ku li dibistanan bi Tirkî fêr bibin. Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka zimanê dayikê ji hev nayên veqetandin. Gelê Kurd ji bo hebûn û mafên xwe bedelên giran daye. Xebata komîsyonê tevî hemû kêmasiyan jî berdewam dike. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."
17/02/2026