KAMPA HOLÊ; QEYRANA KU NAYÊ KONTROLKIRIN

Kovan Hemîd 17/02/2026

Di çend rojên dawî de Kampa Holê ji aliyê komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û endamên wê yên biyanî ve tê valakirin.

Ev yek bûye sedema belavbûna metirsiya çekdarên DAIŞê û malbatên wan di nav civaka Sûriyeyê de.

Kampa Holê piştî ku di sala 2015an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate rizgarkirin, kamp ji bo bicihkirina sûriyeyên koçber hate bikaranîn.

Lêbelê, piştî têkçûna erdnîgarî ya DAIŞê li Baxozê di sala 2019an de û piştî ku malbatên çeteyan hatin lê hatin bicihkirin, xetereya wê zêde bû.

Di wan salan de, di kampê de avahiyeke civakî ya tundrew hat avakirin, torên leşkerkirina zarokên ku wekî "Eşbal El Xîlafa " dihatin binavkirin, dadgehên Şerîetê yên veşartî yên ku ji hêla jinên DAIŞê ve têne birêvebirin, û kuştin û çavtirsandin, hiştin dever bibe hawîrdorek ji bo ji nû ve vejandina DAIŞê.

Li gorî amarên dawîn, destpêka Çileya 2026an di kampê de 6 hezar 352 jin û zarokên biyanî ji 42 neteweyan, 15 hezar û 245 sûriyeyî û 9 kesên dê û bavên wan nediyar hebûn, bi tevahî zêdetirî 21 hezar kes. Hema hema hemû ji malbatên DAIŞê bûn û hatina wan bi serdema piştî ketina Baxozê ve girêdayî bû.

Di destpêka Çileya 2026an de, komên çekdar ên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê êriş li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê dan destpêkirin.

Di 16ê Çileyê de, wan êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de bajarê Holê ku kamp lê ye, dan destpêkirin.

Di 20ê Çileya 2026an de, hêzên HSDyê ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember mijara DAIŞê û ji nû ve bicihkirina hêzên xwe, xwe ji rêveberiya kampê vekişand.

Di van çend rojan de, hejmara niştecihên kampê daket kêmtirî 5 hezar kesan û beşa biyaniyan hema hema bi tevahî hat valakirin. Ev kêmbûn ne encama bernameyeke navneteweyî ya rêxistinkirî bû ji bo vegerandina malbatên DAIŞê bo welatên wan, ne jî ji ber planeke rehabîtasyonekê ya hikumeta demkî bû. Berevajî vê, ew wek encameke valakirineke sîstematîk ji hêla komên çekdar ên hikumeta demkî û endamên wan ên biyanî ve pêk hat.

Derxistina qaçax a çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji hêla komên çekdar ên di nav hikumeta demkî de bi gelek awayan pêk hat. Malbat bi şev bi wesayîtan ber bi deverên cûda ve dihatin derxistin, di heman demê de hin malbat bi komî ber bi kampên nêzîkî sînorê Tirkiyê li bakurê Sûriyeyê ve dihatin veguhastin. Hin biyanî jî bi qaçaxî ber bi Idlib û deverên din ve dihatin veguhastin û hin kesên mayî jî ber bi kampeke nû li bakurê Helebê ve dihatin veguhastin.

Li gorî medyaya erebî, kampa li gundewarê Helebê ku malbatên DAIŞ`ê vediguhêzinê, ji modela kampa Holê pir cuda ye. Înternet lê heye û çavdêrî lê tune ye.

Ev yek derî li ber xetereya belavbûna bîrdoziya DAIŞ`ê di nav civaka Sûriyê de û vejîna rêxistinê vedike. Derxistina wan bi vî awayî û belavkirina malbatên DAIŞ`ê di nav civakê de gelek metirsiyan çêdike. Belavbûna van malbatan li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji nû ve avakirina têkiliyê û avakirina şaneyan hêsan dike.

Valakirina kampa Holê ne dawiya pirsgirêkek tevlihev bû, lê belê ji nû ve şekildana wê bû. Pirsgirêk bi çareseriyek berfireh an rehabîlîtasyonek sîstematîk nehat çareserkirin, lê belê ji cihekî diyar ber bi herêmek erdnîgarî ya berfirehtir ve hat veguhastin. Kampa Holê neteqiya, lê ne jî hat girtin. Ew wekî winda bû, lê ew hîn jî dosyayek vekirî ye û civak xistiye ber xetereya vegera DAIŞê.

Kovan Hemîd

17/02/2026