AYŞEGUL DOGAN: DIVÊ PÊŞNIYAZÊN DI RAPORÊ DE BIBIN QANÛN
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got, "Mafê perwerdehiya bi Kurdî mafekî xwezayî ye. Di raporê de ew weke mafê zimanê dayikê nehatiyê pênasekirin û em vê rexne dikin."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê rapora komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê axivî.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê, li navenda giştî ya partiya xwe derbarê geşedanên dawî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Doganê da zanîn ku rojeva wan a serekê rapora hevpar a komîsyonê ye û wiha pê de çû: Me gelek hişyarî kiribû ji bo bipêşveçûna pêvajoyê. Hinek hişyariyên me di raporê de cih girtin lê hinek jî hatine paşguhkirin. Tevî hemû kemasiyan jî derketina rapora hevpar û bi taybet jî xalên demokratîkbûyinê girîng bûn.
Berdevka DEM Partiyê da diyarkirin ku Ocalan jî bal kişandiye li ser qonaxeke nû ya pêvajoyê û wiha anî zimûn; Wekî birêz Ocalan dibêje êdî merhaleyeke nû dest pê kiriye. Ev rapor jî, destpêka merhaleya nû ye. Divê tespît û pêşniyazên di raporê de hatine kirin demildest bibin qanûn. Divê parlamento êdî şev û roj ji bo vê bixebite.
Doganê diyar kir ku wan hêvî kiriye ku 51 endamên komîsyonê dengê erê bidana raporê.
Ayşegul doganê zimanê raporê rexne kir û got, “Divê em dest ji hişmendî û zimanê berê berdin. Em encama siyaseta înkarê diaxivin. Dema em vê diaxivin divê çareserî jî li gor wê bibe. Ji bo wê jî weke endamên me yên komîsyonê jî gotin, ‘Peyvên weke Tirkiyeya bêteror’ nerast in, pirsgirêka Kurd bi vî awayî çareser nabe. Pêdivî bi zimanekî nû heye. Em pêvajoyê weke Aştî û Civaka Demokratîk a banga birêz Ocalan bi nav dikin. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terore ye, lê pirsgirêka azadî û wekheviyê ye. Divê êdî dev jî vê hişmendiya berê berdin.”
Ayşegul Doganê li ser mafê perwerdê ya bi zimanê dayikê jî got, “Mafê perwerdehiya bi Kurdî mafekî xwezayî ye. Lê em ji ber ku di raporê de ew weke mafê zimanê dayikê nehatiyê pênasekirin jî rexne dikin.”
19/02/2026