ŞANDEYEK HIKÛMETA VEGUHÊZ LI BALAFIRGEHA QAMIŞLOYÊ YE

Kanal8 21/02/2026

Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê çû Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê. Ji bo ji nû ve çalakkirina balafirgehê dest bi danûstandinan hat kirin.

Ji bi bicihanîna rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, şandeyeke hikûmetê îro serdana Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê kir da ku dest bi danûstandinan bikin ku balafirgehê ji nû ve çalak bikin.

Şande ji alîkarê serokê Desteya Balafiran a Sûriyeyê Emced Nexal û hejmarek teknîsyenan pêk tê û ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Merwan Mehmûd û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî ve hat pêşwazîkirin.

Kanal8

21/02/2026