TRUMP PLAN DIKE BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ LI ŞAMÊ VEKE

Kanal8 21/02/2026

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump Kongres agahdar kiriye ku ew plan dikin, balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê ji nû ve vekin.

Li gorî Ajansa Associatedê, rêveberiya Trump endamên Kongresê agadar kiriye, ew plan dikin balyozxaneya ku ji sala 2012an ve girtiye ji nû ve vekin.

Bi gotina wê ajansê, kongres 10 mehê hatiye agahdar kirin ku dê kar li ser wê yekê di nav 15 rojan ya hefteyekê piştî dema navihurî destpê bike û ti demplaneke ji bo vegera endamên amerîkî ji bo Dîmeşqê bi awayekî hertimî, nehatiye danîn.

Piştî hilweşîna Esed têkiliyên Amerîka û Sûriyeyê baştir bûne, duh Trump gotibû ku wî Ehmed Şer’i gihandiye desthilatê û pêştir jî tevahî cezayên Amerîkayê yên li dijî Sûriyeyê jî rakiribûn.

Kanal8

21/02/2026