AYŞEGUL DOGAN: NAVÊ PARTIYA ME NAYÊ GUHERTIN
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku di nav partiya wan de ti plan ji bo kongre an guhertina nav tune ye.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser îdiayên ku nav û endamên partiyê dê werin guhertin, bersiv da.
Ayşegul Doganê, derbarê van îdiayan de ji Îlke TVyê re axivî û ragihand, agahiyên ku di raya giştî de belav dibin rast nînin.
Ayşegul Doganê eşkere kir, Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê û dezgehên destûrdar ên partiya wan hîn li ser rojeva kongreyê ti nîqaş nekirine.
Ev daxuyaniya berdevka DEM Partiyê di demekê de ye, Medyaya Tirkiyê ragihand ku, DEM Partî di çarçoveya xwe-guncandina digel pêvajoya nû ya çareseriyê de, dê navê xwe biguhere û dê guhertinên bingehîn di kar û xebarên xwe de çêbike.
23/02/2026