HRW: KAMPA HOLÊ BI AWAYEKÎ NERÊXISTINKIRÎ HATIYE VALAKIRIN

Kanal8 24/02/2026

Rêxistina Human Rights Watchê ragihand, kampa Holê bi awayekî nerêxistinkirî hatiye valakirin û çarenivîsa 8 hezar û 500 kesan ne diyar e.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) derbarê Kampa Holê ku malbatên endamên DAIŞê  tê de bûn û ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat valakirin, raporek belav kir.

Rêxistinê diyar kir, malbatên endamên DAIŞê ji kampa Holê bi awayekî nerêxistinkirî derketine û da zanîn, rêya derketina ji kampa Holê jiyana gelek zarok û jinan xistiye metirsiyê, li ser wan bazirganî hatiye kirin, ew dane bikaranîn û zarok jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û metirsî heye wan di şer de bidin bikaranîn.

Human Rights Watch, ji rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest ku nasnameya kesên ji kampê derketine diyar bike, her wiha ji wan re cih peyda bike û aliyê xizmetguzarî, tendirustî û derûnî de pêdiviyên wan bi cih bîne, mekanîzmeyên qanûnî yên dadperwer jî misoger bike.

Heya nîvê meha Çileyê li kampên Roj û Holê nêzî 28 hezar kes diman, ji wan 12 hezar û 500 biyanî bûn û 4 hezar kes jî iraqî bûn.

Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di 22yê Sibatê de ragihand, ku kampa Holê bi temamî hatiye valakirin.

Kanal8

24/02/2026