XÊRO DAWUD WEKÎ BERPIRSÊ HERÊMA EFRÎNÊ HAT DESTNÎŞANKIRIN

Kovan Hemîd 25/02/2026

Xêro Elî Dawûd weke Berpirsê Herêma Efrînê hat destnîşankirin. Li gorî biryareke Parêzgarê Helebê, Xêro Elî Dawûd weke Berpirsê Herêma Efrînê li şûna Mesûd Betal hatiye destnîşankirin.

Xêro Elî Dawûd li sala 1993an li gundê Burcê yê navçeya Babê ya Helebê,  ji dayik bûye, lê bav û bapîrên wî ji bo navçeya Kurzêlê Cûmê ya Efrînê vedigerin. 

Xwendekarê Koleja Zanistên Siyasî ya zanîngeha Îdlibê ye. 

Beriya niha Berpirsê Nivîsîngeha Çalakiyan a Rêveberiya Karûbarên Siyasî ya Parêzgeha Helebê bûye.

Endamê Encûmena Taxa Rêya Bab a Helebê ye. Endamê Tîmên çavdêriyê ye ji wan jî tîmên piştevaniya Helebê.

Kovan Hemîd

25/02/2026