LI TIRKIYEYÊ BALAFIREKE F-16 KET XWARÊ
Li Tirkiyeyê, balafireke ji curê F-16 ket xwarê û balafirvanê tê de jiyana xwe ji dest da.
Parêzgariya Balikesîrê di daxuyaniyek de ragihand, îro demjimêr 5ê sibê balafirek şer a F-16, piştî ku ji fermandariya baregeha 9'emîn ya navenda Jet'an rabûye, li nêzî rêya sereke ya Îzmîr û Stenbolê ketiye xwarê.
Hat ragihandin ku, di bûyerê de balafirvan jiyana xwe ji dest daye, her weha ji ber ku parçeyên balafira F-16 li navçeyeke berfireh belav bûye, xebatên lêgerînê li navçeyê didomin.
Her wiha wezareta parastinê ya Tirkiyeyê jî bûyerê piştrast kir û ragihand, sedema bûyerê piştî lêkolînan dê were eşkere kirin.
Ji aliyeke din Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek jî ragihand, derbarê bûyerê li Serdozgeriya Komarî ya Balikesîrê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
25/02/2026