DEM PARTÎ BI ROJEVÊN GERM CIVIYA
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya.
Di rojeva civînê de geşedanên siyasî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn, hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya di 16ê Sibatê de û rapora hevpar a Komîsyona Parlamentoyê bên rojevê.
Her wiha hat diyarkirin ku serdana Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş a DEM Partiyê, daxuyaniya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Şandeya Îmraliyê ku dê di salvegera banga 27ê Sibatê de bidin, çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û amadekariyên Cejna Newrozê dê di rojeva civînê de bin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî civînê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
25/02/2026