WEZARETA TENDIRUSTIYÊ DERMAN ŞAND HESEKÊ

Kanal8 27/02/2026

Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Hesekê ragihand, Wezareta Tendirustiyê derman şandiye parêzgehê, lê di heman demê Kobanî êşê ji ber kêmiya derman dikişîne.

Li gorî nivîsgehê, 16 ton ji seruman, 3 hezar û 650 celseyên şuştina gurcikan û 12 hezar vaksînên însulînê hatine şandin.

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed jî biryar daye ku ew derman Yekser li ser nexweşxaneyan û navedên tendirustiyê were belavkirin.

Beriya niha Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyeyê biryar dabû kardoyên tendirustiyê yên Rêveberiya Xweser li Hesekê entegreyî wezaretê bike.

Lê ev derman ji bo Hesekê tên şandin, di demekê de ye ku derman di asteke mezin de li Kobanê kêm in û rewşa tendirustî ya wê navçeyê xerab e.

Kanal8

27/02/2026