ÎRANÊ KÎJAN BAREGEHÊN AMERÎKAYÊ ARMANC GIRTIN?

Hanî Hemdîn 28/02/2026

Di navbera Îran û Îsraîlê de agirê şerekî nû gur bû. Amerîka jî piştgiriya êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê dide û Îran jî baregehên Amerîkayê yên Rojhilata Navîn dike armanc.

Li gorî AJANSA Nûçeyan a Tensîmê ya Îranê heta niha Baregeha asmanî ya El-Zefra li Îmaratê, Baregeha Hewayî ya El-Udeyd li Qeterê, Baregeha asmanî ya Elî El-Salem li Kuweytê, Baregeha Flota Pêncemîn ali Behrêynê û Baregeha asmanî ya Mewaqaf El-Sultî li Urdinê bûne armanca mûşekên Îranê.

Qeter

Baregeha asmanî ya El Udeyd mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn û li Qeterê ye. Ev baregeh di operasyonên Hêza Hewayî ya Amerîkî li herêmê de roleke navendî dilîze û baregeha pêşeng a CENTCOM û Fermandariya Navendî ya Hêzên Asmanî (AFCENT) ye.

Ev baregeh li başûrê rojavayê Dohayê li  Qeterê ye û bi qasî 500 kîlometreyan ji sînorê Îranê dûr e.

Îmarat

Baregeha Asmanî ya El-Zefra li Îmaratê ye û yek ji girîngtirîn û pêşketîtirîn baregehên Hêzên asmanî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn e. Ev baregeh bi hevkariya Hêza Hewayî ya Îmaratê tê birêvebirin û di operasyonên asmanî yên Amerîkayê yên li herêmê de roleke sereke dilîze.

Ev baregeh li başûrê Ebû Dabî (nêzîkî 20-30 kîlometre li başûrê paytexta Îmaratê) û bi qasî 150-200 kîlometreyan ji Tengava Hurmuz dûr e.

Urdin

Baregeha asmanî ya Muwaffaq el-Saltî li Urdinê yek ji girîngtirîn baregehên leşkerî yên Hêzên asmanî yên Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn.

Ev baregeh li herêma Azraqê ye, bi qasî 100 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Emmanê (paytexta Urdunê) û bi qasî 850 kîlometreyan ji sînorê rojavayê Îranê dûr e. Ev baregeh di salên 1960î de ji bo Hêza asmanî ya Qraliyeta Urdunê hatiye avakirin, lê ji sala 2013-2014an vir ve, bi sed mîlyonan dolar veberhênana Amerîkî (avakirina hangarên hişkkirî, depoyên cebilxaneyê, tankên sotemeniyê, rêyên firînê yên dirêjtir û binesaziya pêşkeftî), ew bûye navendeke sereke ji bo operasyonên hevpeymaniyê li Sûriye, Iraqê û niha jî ji bo plankirina muhtemel a li dijî Îranê.

Kuweyt

Baregeha asmanî ya Elî El Salem yek ji girîngtirîn baregehên Hêzên Asmanî yên Amerîkî li Kuweytê ye, ku di operasyonên lojîstîk û veguhastina herêmî de roleke sereke dilîze. Baregeh ji ber cihê xwe yê dûr û jîngeha dijwar a çolê bi navê "The Rock" tê zanîn.

Ev baregeh nêzîkî 50 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarê Kuweytê, nêzîkî sînorê Iraqê ye û dûrahiya wê ji sînorê Îranê nêzîkî 400 kîlometreyan e.

Elî Selîm yek ji navendên sereke yên veguhestina leşker û cebilxaneyê ji bo Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li herêma Rojavayê Asyayê ye.

Bahreyn

Çalakiyên Piştgiriya Deryayî ya Behreynê (NSA Bahreyn), ku pir caran wekî baregeha Flota Pêncemîn a Amerîkayê tê binavkirin, yek ji girîngtirîn hebûnên deryayî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn e.

Ev baregeh li Menamê (paytexta Behrêynê), herêma Cuffairê ye, û roleke navendî di kontrolkirina operasyonên deryayî yên Amerîkayê li Kendava Farisî, Deryaya Sor, Deryaya Erebî û hin beşên Okyanûsa Hindî de dilîze.

Ev baregeh tekane baregeha daîmî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkî li Kendava Farsê ye û ji sala 1995an vir ve (piştî Şerê Kendavê) wekî navenda sereke kar kiriye.

Hanî Hemdîn

28/02/2026