MESRÛR BARZANÎ Û MEZLÛM EBDÎ BI TELEFONÊ AXIVÎN
Kanal8 02/03/2026
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn.
Nivîsgeha Serokwezîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêwendiya telefonê ya Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin di peywendiyê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, pêşketin û aloziyên herêmê hatin nîqaşkirin.
Her wiha hat gotin ku tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî hat kirin.
Kanal8
02/03/2026