Bafil Talebanî: Serok Trump ji bo fêmkirina armanca Amerîkayê derfet pêşkêş kir

Hêriş Celal 03/03/2026

Polîtburoya YNK’ê bi Serokatiya Bafil Celal Talebanî civiya û naveroka pêwendiya telefonî ya navbera Bafil Talebanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump nirxand.

Naveroka pêwendiya telefonî

Îro sêşemî, 3’ê Adara 2026’an, Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê civiya. Mijara sereke ya civînê naveroka pêwendiya telefonî ya navbera Donald Trump û Bafil Celal Talebanî bû.

Li gorî daxuyaniya Polîtburoya YNK’ê, Donald Trump derbarê armanca Amerîkayê ji şerê navçeyê nirxandin kirin û spasiya rola YNK’ê li Iraqê kir. Bafil Celal Talebanî diyar kiriye ku Trump derfetek pêşkêş kir da ku têgihiştin li ser armanc û hevbeşiyên xurt ên Amerîka û Iraqê bê kirin.

Rewşa Sûriyeyê û civîna bi Şandiyê Trump re

Di beşeke din a civînê de, Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî, behsa civîna xwe bi Şandiyê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrak û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî kir. Bafil Talebanî got, di civînê de tekezî li ser misogerkirina Sûriyeyeke destûrî hatiye kirin ku mafê hemû pêkhateyan tê de were parastin. Her wiha tekezî li ser cîbcîkirina rêkeftina 26’ê Kanûnê ya navbera HSD’ê û Sûriyê hatiye kirin.

YNK: Çareseriya herî baş çiye?

YNK li şûna şer û aloziyên navçeyê, vegera li ser maseya diyalogê, weke çareseriya herî baş dibîne. Armanca sereke ya YNK’ê, parastina ser û malê welatiyên Herêma Kurdistanê û serweriya axa Iraqê ye.

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî her wiha ragihand, YNK amade ye, ji bo aştî û aramiya Iraq û navçeyê, bi hemû potansiyela xwe bixebite.

Hêriş Celal

03/03/2026