SÛRIYEYÊ HÊZÊN XWE LI SER SÎNORÊ IRAQ Û LIBNANÊ ZÊDE KIR
Kanal8 04/03/2026
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê destnîşan kir, ji ber aloziyên li navçeyê pêk tên, wan hêzên xwe li ser sînorê Libnan û Iraqê zêde kirine.
Li gorî Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) desteyê ev gav bi armanca ewlehkirina sînor wergirtiye ku wan hêzên parêzvanên sînor û tugeyên çavdêriyê şandine ser sînoran.
Pêştir heşt çavkaniyan ji Reutersê re gotibûn, Dîmeşqê hêzên zêde şandine ser sînorê Lubnanê ku ji hezaran çekdaran û her wiha yekeyên mûşekan.
Hizbullaha Libnanê bi salan li gel deshilata Beşar Esed şerê Heyet Tehrîr Şamê kir ku di dawiya sala 2024an desthilata Esed hilweşand.
Kanal8
04/03/2026