WEZÎRÊ ŞER Ê AMERÎKAYÊ: HEYA PÊWÎST BE EM Ê ŞER BIDOMÎNIN

Hanî Hemdîn 04/03/2026

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegsett di konferanseke rojnamevaniyê de got, Amerîka dê di şerê li dijî Komara Îslamî de bi ser bikeve.
Hegsett Herwiha got, artêşa Amerîkayê dikare heta ku pêwîst be, vî şerî bidomîne û diyar kir, “pêlên din tên û me nû dest pê kiriye”. Wî her wiha anî ziman ew ê leşkerên zêdetir bişînin Rojhilata Navîn.
Pete Hegsett ragihand “Parastina me ya hewayî û ya hevalbendên me xwedî şiyanên têr in. Em dikarin bi hêsanî vî şerî heta ku pêwîst be bidomînin.”
Wezîrê Şer ê Amerîkayê wiha da zanîn ew û Îsraîl dê di nav kêmtirî hefteyekê de kontrola tevahî asmanê Îranê bi dest bixin.

Hanî Hemdîn

04/03/2026