BANDORA ŞERÊ ÎRANÊ LI SER BAZIRGANIYA CÎHANÊ
Şerê Amerîka û Îsraîlê bandoreke rasterast li ser aborî û bazirganiya Cîhanê kiriye.
Betalkirina bi hezaran ji geştên asmanî û zehmetiya karên konsulxaneyan bûye pirsgirêkeke mezin. Welatên wekî Urdun, Misir û Lubnanê jiber kêmbûna geştiyariyê û bazirganiyê zêdetirî 10 heya 15 milyar dolaran ziyan dîtine.
Kanala Suweysê li Misrê ye, yek ji girîngtrîn rêyên avî yên cîhanê ye ku deryaya Sor bi deryaya Spî ve girê dide û nêzî sedî 12 bazirganiya cîhanî di vê kanalê re derbas dibe, bazirganî di vê Kanalê re %40 - %50 kêm bûye.
Asyaya Navîn ji bo gihîştina bazarên cîhanî û tengava Hurmuzê pişta xwe bi axa Îranê û Kendavê girê dide. Şer dibe sedema girtina sînoran û têkçûna rêyên tranzîtê.
Şer û aloziyên di Rojhilata Navîn rasterast bandoriyê li ser bilindbûna nirxên enerjiyê (pertrol û gaz) her wiha giranbûna xwarin û kelûpelên rojane di nav welatên Asyaya Navîn dike.
Bihayê petrola “Brent” %8.5 zêde bû û gihîşt 79.19 dolarî ji bo her bermîlekî û petrola “West Texas Intermediate” jî gihîşt 72.60 dolarî.
Di heman demê de bihayê gaza xwezayî li Ewropayê zêdeyî %20 zêde bû û gihîşt astên herî bilind.
04/03/2026