TANRIKULU: BILA PARLAMENTO BERPIRSIYARIYA XWE BICIH BÎNE

Sidar Basut 05/03/2026

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got, "Em dikarin di meha Remezanê de, piştî fitarê jî bicivin û qanûnan derxin."

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgin Tanrikulu, li Amedê bi esnaf û welatiyan re hat cem hev. Tanrikulu diyar kir ku gel daxwaza gavan ji bo pêvajoya çareseriyê dike û bang li AK Partiyê kir ku beriya cejnê qanûnên pêwîst derxin.

Sezgin Tanrikulu ragihand ku li Amedê bi hemû pêkhateyên civakê re hevdîtin pêk anîne û fikarên welatiyan bi van gotinan anî ziman:

Tanrikulu got, "Welatiyên me dibêjin 'dora me bûye çembera agir'. Divê ev pêvajo xerab nebe û parlamento di zûtirîn dem de tiştê dikeve ser milê xwe bike. We wekî komisyon xebat kir, rapora xwe nivîsand û bi raya giştî re parve kir. Nexwe hûn li benda çi ne?

Tanrikulu wekî endamekî parlamentoyê û Cîgirê Serokê Komisyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a parlamentoyê, bang li AK Partiyê kir û destnîşan kir ku dem kêm e.

Sezgîn Tanrikulu li ser van çend xalan bang li AK Partiyê kir:

  • Qanûna çarçove ya ku komisyonê pêşniyar kiriye were amadekirin.
  • Hemû qanûnên derbarê demokratîkbûnê de bi lez werin pesendkirin.
  • Beriya cejnê, Meclis şev û roj bixebite da ku ev gav werin avêtin.

Tanrikulu di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo pêvajo neyê sekinandin û xera nebe ew amade ne her cure fedakariyê bikin û wiha pê de çû: Em dikarin di meha Remezanê de, piştî fitarê jî bicivin û van qanûnan derxin. Ez banga xwe ji vir dubare dikim.

Sidar Basut

05/03/2026