BANDORÊN GIRTINA TENGAVA HURMUZÊ LI SER LNG-YA QETERÊ

Hanî Hemdîn 05/03/2026

Girtina vê tengavê ne tenê meseleyeke leşkerî ye di heman demî de krîzeke mezin a enerjiyê ye ku dikare aboriya cîhanê bihejîne.

Wekî ku tê zanîn, gaza Liquefied Natural Gas (Gaza Xwezayî ya Şidandî) herî zêde dikare 72 saetan bê hilanîn. Piştî wê, eger neyê hinardekirin, kargeh neçar dimînin ku hilberînê rawestînin.

Rawestandina LNG tê wateya rawestandina zeviyên gazê.Qeter nikare gaza xwe bi rêyên wekî boriyan bişîne hemû cîhanê, eger keştî dernekevin aburiya Qeterê dê di nava çend rojan de îflas bike.

Ev jî dibe sedema kêmkirina hilberîna LPG û derhatên din ên neftê ku ji bo rafîneriyan girîng in.

Welatên wekî Japonya û Koreya Başûr ku çavkaniya wan a sereke ya enerjiyê LNG ye, dê rasterast bikevin nav krîza pîşesaziyê de.

Bi rawestandina hinartina gaza LNG ya Qeterê, yek ji mezintirîn zeviya gaza xwezayî ya cîhanê ye ku bi North Field(Zeviya Bakur) tê naskirin, ev zevî di navbera Iran û Qeterê de hevpr e,ew jî dibe sedem ku bihayê gazê li Ewropa û Asyayê bibe çend qat.

Hanî Hemdîn

05/03/2026