METIRSIYA BIRÇÎBÛNÊ LI SER WELATÊN KENDAVÊ

Hanî Hemdîn 05/03/2026

Mijara ewlehiya xwarinê bi qasî mijara neftê girînge, Ev her şeş welatên erebî Sûdiye, Îmarat, Qeter, Kuveyt, Oman û Behreyn di rewşeke pir hesas de ne.

Eger tengava Hurmuzê were girtin, wê encamên xirab bi dûv xwe bîne.

Ev welat %85 xwarina xwe û zêdetirî %90 genim,birinc û rûnê xwerinê ku li van welatan tê bikaranîn, bi rêya vê tengavê we tê.

Her çend Hurmuz wekî rêya neftê tê naskirin, lê ji bo van welatan ew "rêya nan" e. Rojane bi dehan keştiyên xwarinê di vir re derbas dibin.

 Tevî ku Oman ji welatên din bêtir hilberîna navxweyî dike, lê ew jî nikare hewcedariyên xwe bi tenê dabîn bike.

Her çend girtina tengavê bandoreke giran liser cîhanê dike, lê bandora wê liser Îranê dû aliye, aliyê aburî û aliyê stratejîk, aliyê abûrî wê nekaribe berhemên xwe yê çandiniyê û nefta xwe bifroşe, herwiha aliyê sitratejîk jî dikare vê wekî çeka dawî bikar bîne daku weltanên Kendavê û cîhanê naçar bike li dijî dorpêçan bisekinin.

Hanî Hemdîn

05/03/2026